Mîranî: “Divê em xelkê xwe ji agirên der û dor biparêzin”

28 November 2019 00:14 0 dîtin
Mîranî: “Divê em xelkê xwe ji agirên der û dor biparêzin”

PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her roj partiyan ziyaret dike û hewl dide ku yekîtiya Kurdan ava bike an yekîtiya ku heye xurttir bike. Di çarçoveya seredana partiyan ya serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî de, sekreterê giştî yê PDK ê Fazil Mîranî, îro li Hewlêrê bi Hoşyar Zêbarî, Zaîm Elî û Azad Berwarî re hatin cem hev. Piştî hevdîtinê Mîranî bo çapemeniyê weha ragihand:

“Her çar aliyên me di nav agir de ye. Em weka terefên ku berpirsiyariya xwe dizanin, divê xelkê xwe ji agir biparêzin. Tişta ku birêz Nêçîrvan barzanî jî dike ev e. Ya rast berya ku Nêçîrvan Barzanî bibe serokê herêma Kurdistanê jî heman karî dikir. Têkiliyên wî yên bi YNK, Goran û partiyên dinê re mînakên vê xebatê ne. Lê piştî bû serokê herêma Kurdistanê, berpirsiyariyên wî zêdetir bûn e. Hewleka weha daxwaza xelkê ye jî.”

Mîranî bo parlementerên Kurd yên li Parlementoya Bexdayê got ku divê hemû parlementerên Kurd  tewreka hevpar nîşan bidin û weha dewam kir:

“Me di vê mijarê de bo Nêçîrvan Barzanî got ku ew xwediyê hemû însiyatîviye. Divê parlementerên me li Bexdayê yek deng bin. Eger yek dengiya wan hebe, wê xweştir xebatê bikin. Di çarçoveya seredana partiyan de, wê Nêçîrvan Barzanî seredana Partiyên Turkmen û Suryaniyan jî bike.”