Serokê meclisa Îtalyayê Fontana: “Divê xelkê Kurdistanê bi xwe serbilind be”

14 April 2023 00:27 0 dîtin
Serokê meclisa Îtalyayê Fontana: “Divê xelkê Kurdistanê bi xwe serbilind be”

PeyamaKurd – Li ser daweta fermî ya serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Îtalyayê û piştî çend hevdîtinan bi serokê meclisa nûneran yê Îtalyayê bi Lorenzo Fontana re civiya. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî got:

“Herêma Kurdistanê dixwaze têkiliyên bi Îtalyayê re di her astê de pêşde bibe û xwurt bike.”

Serokatiya herêma Kurdistanê di mijara hevdîtinê de weha got:

“Di hevdîtinê de li ser têkiliyên Îtalyayê bi Herêma Kurdistanê re, bi Iraqê re, rewşa siyasî ya Iraqê û li ser pêşdeçûnên li herêmê axifîne.”

Barzanî, bi sedema desteka siyasî û leşkerî ya Îtalyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê, sipasiya xwe ji bo Fontana kiriye û xwestiye ku têkilî bêhtir pêşde herin û sehayên hevkariyê firehtir bikin.

Serokê meclisa nûneran yê Îtalyayê Lorenzo Fontana jî ragihandiye ku girîngiyê didin têkiliyên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re, behsa şerê li hemberê IŞİD ê yê ku Pêşmerge daye, bi serbilindî Pêşmerge pesinandiye. Lorenzo Fontana di mijara hewandin û parastina koçberan de, bi taybetî di Xîrîstiyanan de, pesnê Herêma Kurdistanê daye û gotiye:

“Divê xelkê Herêma Kurdistanê bi xwe serbilind be.”