Fazil Mîranî: “Em bo ragiriya xelkê Kurdistanê sipasiya wan dikin”
PeyamaKurd- Sekreterê polîtburoya PDK ê Fazil Mîranê radigihîne ku bo avakirina hukumeta Kurdistanê karên wan tenê %10 maye. Ez tê vateya ku karê xwe % 90 qedandine. Mîranî dibêje ku hefteya bê, ev kar dê dawî lê were. Qewle ku siba civîneka din ya PDK ê çêbibe û gotûbêj li ser avakirina hukumeta Kurdistanê bên kirin.
Sekreterê polîtburoya PDK ê Fazil Mîranî bo KDP.info yê mijarê weha ragihand:
“Qonaxa avakirina hukumetê % 90 qediyaye. Em li serê hemû hemfikrin û tenha %10 karê me maye ku hukumet ava bibe. Hefteya bê em ê civîna dawiyê li ser avakirina hukumetê bikin û dê hukumet bê avakirin. Em sipasiya xelkê Kurdistanê dikin ku di vê mijarê de xwe radigire û li benda me gelek man. Dê ev hukumet, bo başiya wan û xizmeta wan be û rewşa wan baştir bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin