Fazil Mîranî: Em dixwazin di qonaxa pês de partiyên Kurdistanê wek tîmeke Kurdistanê kar bikin
PeyamaKurd - Şanda bilind a PDKê û Partiya Komînîst (Şûî) ya Kurdistanê îro 19ê Cotmehê civiyan û piştre sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û sekreterê giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê Kawe Mehmûd civîneke hevbeşa rojnamevanî li ser naveroka civînê li dar xistin.
Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî got: 'Ji bo em ji gengeşe û hewayê hslbijartinê xilas bibin û eger berbijêrekî gotinek kirine be û dilê partiyekî êşandibe û ew hev êşandinene ji bo nemînin me biryar da serdana hemû partiyan bikin û ji bo em duh û xeletiyan li dû xwe bihêlin û ber bi sibehê ve biçin em wan hevdîtinan dikin.'
Mîranî da zanîn: "Em dixwazin di qonaxa pêş de partiyên Kurdistanê wek tîmekî Kurdistanê kar bikin û ji bo helsengandina helbijartinan û reftarên me û Bexda li gel yek, herwaha me baş dît ku berê em kêmasiyên xwe gengeşe bikin û me çima nekarî reftarekî baş li Bexdayê ava bikin. Gelo tenê hizra hukimraniya Bexdayê ma sedem e, yan kêmasiyên navxweyî yên me jî hene. Divê ev herdu mijar li berçav bên girtin û nabe çavê xwe ji ti yek ji wan re jî em bigrin."
Fazil Mîranî diyar kir, doh me serdana hevalên YNK, Gorran û Sosyalîstan kir. îro jî me serdana Tevgera Îslamî û Partiya Komînîst kir û ragehand: ‘’Em nehatine ku vê partiyê ti kursî nîn in an hene. Ev partiyane hemû Kurdistanî ne û gelek tiştan de em hevbeş in û ev yek jî rastiya peywendiyan eşkera dike, li gor me nêrînên cuda li dû xwe biryarên baş jî tîne û bê lihevtêgeheştin, karên hevbeş nayên kirin.’’
Sekreterê Partiya Komînîst a Kurdistanê Kawe Mehmûd jî ragihand: ‘’Li gor me encûmena nûnerên Iraqê qadeke başe bo berevaniya li berjewendiyên xelkê Kurdistanê û pêwîstî bi bernameyekî hevbeş a baş heye ku hemû aliyên Kurdistanê li xwe bigre. Çi ew aliyên ku nûnerê wan li Parlamentoya Iraqê heye, çi ewên ku nûnerên wan tine divê ew bernameya hevbeş ji aliyê xelkê Kurdistanê ve jî bê pejirandin. Bendewarî hene serokatiya herêma Kurdistanê hemû aliyan vexwîne û ew bernameya hevbeş bibe bingehê serekî bo guftûgoyên li hemû aliyên Iraqê.’’
Hêjayî gotinê ye, şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana hemû aliyan dike daku aliyên Kurdî berî biçin Bexdayê, ji bilî yekrêziyê, li ser postan jî li hev bikin. PDKê projeyekê ji avakirina Firaksiyona Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê amade dike û nêrîna hemû aliyên ku serdana wan dike werdigire. Heger hemû alî ne di wê firaksiyên de bin jî PDK, YNK, Yegirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Partiya Komunîst tê de beşdar bibin ew yek pêk tê.
Fazil Mîranî dibêje, Kurd li Iraqê neteweya duyem e û mafê wê heye posta Serokomar werbigire û divê kesekî guncaw ji wê postê were diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin