Fazil Mîranî: Tu destkeftiyên rawestandina hinardeya petrolê tunene
PeyamaKurd- Berpirsê PDKê Fazil Mîranî ragihand ku ji rawestandina hinartina petrola Kurdistanê, ne tenê Herêma Kurdistanê, Iraqê jî zirar dîtiye.
Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî, ji rojnameya Iraqî ya “Ez-Zaman”ê re axivî û tekez kir ku ew biryara siyasî ya ku bû sedema rawestandina hinartina petrola Kurdistanê, ji bo tu aliyekê nebû serkeftina niştimanî û navdewletî.
Fazil Mîranî diyar kir ku bi biryara Dadgeha Navneteweyî ya Parîsê ne tenê Herêma Kurdistanê, Iraq û bazara petrolê jî zirar dîtiye.
Mîranî bi berdewamî got, “Tu sûcê me nîn e ku hişmendiya şaş di rêveberiyê de neguheriye û berjewendiyên partiyê li pêşiya berjewendiyên giştî tên girtin. Ev di mijarên kevin de derket holê, nemaze piştî guhertina rejîma Baasê. Ango hişmendiya kevin, têkiliya xwe bi serdema piştî 2003yan re qut nekiriye.”
Di 25ê Adarê de hinartina petrola Herêma Kurdistanê, bi rêya bendera Ceyhanê hatibû rawestandin. Li gorî rêkeftina ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo destpêkirina hinardekirinê hatiye destnîşankirin, Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol radestî kompaniya SOMO ya petrola Iraqê dike û Bexda jî dê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin