Dizeyî: Zirara rawestandina hinardeya petrola Kurdistanê 5 milyar dolaran derbas kiriye
PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, ji rojnamevnan re axivî.
Sefîn Dizeyî, îro 29ê Tebaxê li Hewlêrê li ser liv û tevgerên Amerîka yên li Iraq û Herêma Kurdistanê, li ser hinardekirina petrola Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê, serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê bo Iraq û Herêma Kurdistanê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bersiv da pirsên rojnamevanan.
Dizeyî li ser mijara rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê got ku Tirkiye alîgirê hinardekirina petrola Kurdistanê ye û rawestandina hinardekirina petrolê jî "bi qasî pênc milyar dolar ziyan gihandiye hikûmeta Iraqê".
Sefîn dizeyî li ser mijarê ragihand: “Sibe Encûmena Wezîran dicive û me ji konsul û nûnerên welatan daxwaz kiriye ku alîkarê Hewlêr û Bexdayê bin.”
Dizeyê herwiha diyar kir, "Mebesta serdana Hakan Fîdan bo Iraq û Herêma Kurdistanê, nêzîkkirina hev a dîtin û nêrînên Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê bûye li ser çawaniya hinardekirina petrola Kurdistanê û herwiha "nehiştina wan astengiyên (li ber hinardekirina petrolê) hene, çi astengiya hunerî, siyasî, darayî û îdarî bin, da ku bikarin li gor yasaya budceyê dubare dest bi hinardekirina petrola Kurdistanê bikin û hewldan berdewam in".

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin