Heyeta PDK ê di bin serperestiya Fazil Mîranî de diçe Bexdayê

23 March 2022 23:32 0 dîtin
Heyeta PDK ê di bin serperestiya Fazil Mîranî de diçe Bexdayê

PeyamaKurd – Ji bo avakirina hukumeta nû ya Bexdayê û hilbijartina serokkomariya Iraqê, heyetekî ji PDK ê di bin serpereştiya sekreterê PDK ê Fazil Mîranî de diçe seredana Bexdayê.

Di heyeta PDK ê de Cafer Emînkî, Nazenîn Weso û Arafat Kerem hene. Namzedê PDK ê yê serokkomariya Iraqê û hem wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed duhî çûbû Bexdayê da hevdîtinan bike.