Fazil Mîranî: Hikûmeta Iraqê heye lê belê dewleta wê tuneye

31 January 2023 18:00 0 dîtin
Fazil Mîranî: Hikûmeta Iraqê heye lê belê dewleta wê tuneye

PeyamaKurd- Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, di merasîma bibîranîna 36emîn salvegera dilovaniya Îdrîs Barzanî bû û di axaftina merasîmê de bal kişand ser siyaseta Iraqê.

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî, di merasima bîranîna 36emîn salvegera koça dawî ya Îdrîs Barzanî de daxuyaniyek da çapemeniyê re axivî.

Fazil Mîranî bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya di derbarê bûdceya Herêma Kurdistanê de da û bal kişand ser wê yekê ku ji bo nirxandina rewşa niha dê bi aliyên din ên siyasî re hevdîtinan bikin. Mîranî di daxuyaniya xwe de wiha got,

“Hikûmeteke Iraqê heye, lê ez wekî Iraqiyekî bi xemgînî dibêjim; dewlet tuneye. Ji ber ku bingehên dewleta hiqûqî û sivîl hene. Behsa serxwebûn û serweriyê tê kirin. Iraq wekî dewlet şer wenda kir, lê hikûmet heye. Dadgeha Federal li ser bingeha kîjan qanûnê mûçeyê karmendan qut dike. 

Biryarên siyasî mijareke cuda ye, bûdce cuda ye, lê mafên takekesî bi awayekî din li Iraqê kar dikin. Dibe ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî bixwe jî li dijî biryarê be, ji ber ku zirara biryarê dibîne.”

Mîranî got ku divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li hember rewşa niha ya Iraqê bi yekdengî tevbigerin.

Dadgeha Federalî ya Bilind a Iraqê biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo şandina bûdceya Herêma Kurdistanê li dijî destûrî dabû.