Mûsevî: Destê Hikûmeta Iraqê di kustina Qasim Suleymanî de heye
PeyamaKurd – Li gor dîplomatekî berê yê Îranê dibêje, destê 2 berpirsên Hikûmeta Iraqê di kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Mihendis heye.
Dîplomatekî berê yê Îranê bi navê Emîr Mûsevî ragihandiye, di encama lêkolîn û lêpirsînên di derbarê kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Mihendis de, eşkere ye destê du berpirsên fermî yên Iraqî û çend karmendên Hikûmeta Iraqê di kuştina Suleymanî û Mihendis heye.
Mûsevî daye zanîn, dema serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Îranê bike, dê li ser wê mijarê pê re gotûbêj were kirin.
Tê gotin, Kazimî dê vê mehê serdana Îranê bike.
Berbanga roja 3 Çileya îsal, artêşa Amerîka li ber balafirxaneya Bexdayê di êrişekê de fermanderê hêza Quds ya pasdarên Îranê, Qasim Suleymnaî û cîgirê berpirsê Heşda Şeibî, Ebû Mehdî Mihendis û çend pasdar û berpirsên din yên Iraqî û Îranî kuşt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin