Fazil Mîranî: Heta niha li Iraqê 4 kudeta çêbûne, ya Elawî dike jî ya pêncem e

27 February 2020 14:05 0 dîtin
Fazil Mîranî: Heta niha li Iraqê 4 kudeta çêbûne, ya Elawî dike jî ya pêncem e

PeyamaKurd - Sekreterê politburoya PDKê Fazil Mîranî merc û daxwazên kurdan bo beşdarbûna kabîneya nû ya Iraqê di serokatiya Mihemed Tofîq Elawî de aşkera kir.

Sekreterê politburoya PDKê Fazil Mîranî ji Dengê Amerîkayê re ragehand: ‘’Ez wek partiyekî na axivim wek Kurdistaniyekî diaxivim. Elawî wisa dizane ji Marsê hatiye. Nizane Iraqê welateke ku ji sala 1958an ve li ser sêkuça Sunne, Şîe û Kurdan ava bûye. Ebdulkerîm Qasim hate ser hukim, Mihemed Necîb Rubeyî serokê encûmena rêveberiya sunne bû, Mihemed Mehdî Kube Şîe bû, Xalîd Bin Neqşîbendî jî kurd bû.’’

Herwiha Fazil Mîranî got: ‘’Li Iraqê 4 kudeta ango derbe pêk hatine. Ya Elawî dike pençem e û bergekî siyasî li xwe kiriye. Ji ber wê jî hemû pêkhateyên Iraqê, kurd, ereb, tirkmen û Ermen êdî razî nîn in hikûmetekî yekalî û navendperestî, çi qewmî be yan tayfeyî be ava bibe, gelê Iraqê êdî naçe ber hukmekî wisa û em vê yekê qebûl nakin.’’

Herwiha nimûne jî anî ku tenê pêkhateya Şîe biryara derxistina hêzên biyanî li ser axa Iraqê da û waye ew biryar nehate bicîhanîn.

‘Em dikarin di hikûmetê de beşdar nebin, lê em daxwaza helbijartinên pêşwext dikin’

Fazil Mîranî got: ‘’Em dikarin di hikûmetê de beşdar nebin, lê em daxwaza helbijartinên pêşwext dikin, ku tekoşînê li dijî gendeliyê bike û ew ên xwepêşander kuştine bên girtin, biçin pêş dadgehê. Li vî welatî nepêkane hukmê yek qewmî û yek tayfeyî birêve biçe. Li Iraqê kurd gelê duyem e, me federaliyekî destûrî heye. Herwiha sunne pêkhateyekî serekî ye, tirkmen û aşûrî pêkhatene, nabe hikûmet bê wan pêkhateyan serkeftî be.’’

‘Elawî bi xwe namzedê du partiyane’

Fazil Mîranî got: ‘’Elawî bixwe namzedê du partiyane, lê dibêje ez nûnerên partiyan qebûl nakim. Ew bi xwe namzedê lîsteya Fetih û Saîrune. Em namzedên xwe bi navê namzedên herêma Kurdistanê pêşkeş dikin. Ji ber em herêmekî federal in û ne partiyekin li Bexdayê rûniştibin.’’

Mîranî hişyarî da û got: ‘’Em ne alîkar dibin û ne jî ti hesabekî bo dikin. Lê em nabin opozîsyon, ji be rem şirîkê vî welatî ne, beşek in ji Iraqê û federaliya me heye. Em daxwaza mafên xwe yên destûrî dikin, em ne partiyek in, xwedî pêkhateyekî herêma federal a destûrî ne û gel in.’’

‘Ew awayê Elawî bikartîne, ne herêma Kurdistanê, ne sunne û ne şîe razî nîn in’

Fazil Mîranî ragihand, ew awayê Mihemed Tofîq Elawî bikartîne, ne herêma Kurdistanê, ne sunne û ne şîe razî nînin û got, aliyên Kurdistanî şandeyekî nû dê rêbikine Bexdayê û li gel pêkhateyên din ên Iraqê dê biaxivin. Herwiha diyar kir, kurd nabin opozîsyon û danûstanê jî li gel wan kurdan nakin ku li Bexdayê di cîha herêma Kurdistanê de bên erkdar kirin. Ji ber ‘’Ew nikarin nûnerên kurdan bin. Ew dikarin bo xwe fermanber bin, lê em wek nûnerên xwe wan qebûl nakin.’’

Mîranî got: ‘’Her kurdekî di kabîneya Elawî de bibe wezîr, bê ku aliyên kurd û hikûmeta herêma Kurdistanê wî wek namzed nîşan bide bibe wezîr, dibe ku em ji Teha Mihyedîn (Kesekî kurd ê cehşê dema Seddam e) xirabtir li wî binêrin.’’