Wezareta Koçberan a Iraqê: Heta niha 50 kamp hatine girtin, lê yên Kurdistanê nayên girtin

01 February 2022 21:38 0 dîtin
Wezareta Koçberan a Iraqê: Heta niha 50 kamp hatine girtin, lê yên Kurdistanê nayên girtin

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Karûbarên Beşan li Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas Cehangîr eşkere kir, wezaretê plana vegerandina awareyên nav hemû kampên xwe amade kiriye.

Elî Ebas Cehangîr da xuyakirin, kampên koçberan ên li Kerkûk, Diyala, Selahedîn, Neynewa, Enbar, Bexda û Kerbela têne girtin ku heta niha 50 kamp li temamê Iraqê hatine girtin.

Cehangîr eşkere kir ku kampên Herêma Kurdistanê û Kampa Cide ya li başûrê Mûsilê dê vekirî bimînin.

Rêveberê Wezareta Koç û Koçberan destnîşan kir ku mijara qerebûkirina koçberan erkê Encûmena Wezîran a Iraqê ye û got, ji bo vegerandina awareyên Iraqî ji Tirkiyê jî ku ji sala 2014an ve di dema êrîşên DAIŞê de welatê xwe bi cih hiştine û ji 4 hezar kesan pêk tên, xebatên wan didomin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji 600 hezar kesên ji ber êrîşên DAIŞê sala 2014an koçber bûbûn, niha 36 hezar malbat li kampên Herêma Kurdistanê û Kampa Cide ya li Mûsilê dimînin.