Wezareta Koç û Koçberan: Heya niha ji 4 hezaran zêdetir koçberên Iraqî li ser sînorê Polanda mane

14 December 2021 14:30 0 dîtin
Wezareta Koç û Koçberan: Heya niha ji 4 hezaran zêdetir koçberên Iraqî li ser sînorê Polanda mane

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê diyar kiriye, ji bo vegerandina koçberan, şandeke Iraqê serdana Polanda û Lîtwanya kiriye û heya niha ji 4 hezaran zêdetir koçberên Iraqî li ser sînorê Polanda û Belarûsê mane.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Elî Ebas eşkere kiriye, heya niha hejmarek koçberên Iraqê li sînorê di navbera Belarûs û Polanda de mane, lê ji ber ku ji hev veqetandî ne, hejmara wan ya rasteqîne nayê zanîn, ji ber ku bê agadariya fermî ji Iraqê derketine, herwiha ne li kampeke destnîşankirî ne jî ji bo ku hejmara wan bi dirustî bê zanîn.

Ev yek di demekê de ye ku Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayiq daye zanîn, heya niha ji 4 hezaran zêdetir koçberên Iraqî li ser sînorê Polanda û Belarûsê mane, piraniya wan jî ne amade ne vegerin Iraqê.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan eşkere kiriye, şandek çûye Polanda û Lîtwanyayê û komîteyeke hevbeş hatiye pêkanîn ji bo hêsankariyên vegera koçberan. Prose jî wê berdewam bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, zêdeyî mehekê ye ku bi hezaran koçber ku beşeke zêde ji wan Iraqî û Kurd in, li ser sînorê Belarûs û Polandayê asê mane û di rewşeke gelek dijwar de dijîn. Ji ber rewşa xerab a jiyana wan, heya niha 10 koçberan li ser sînor jiyana xwe ji dest dane. Ew koçber dixwazin di rêya Belarûsê re xwe bigihînin Polandayê û ji wir ve jî derbasî nav sînorê Yekîtiya Ewropayê bibin.