Komisyona Hilbijartinên Iraqê: Heta niha ti aliyek bi fermî ji hilbijartinê venekisiya ye

05 August 2021 14:36 0 dîtin
Komisyona Hilbijartinên Iraqê: Heta niha ti aliyek bi fermî ji hilbijartinê venekisiya ye

PeyamaKurd - Berdevkê komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinên Iraqê Cumane Xulay ragihand ku amadekariyên dawî bo çapkirina kaxezên hilbijartinên 10ê Cotmehê têne kirin û heta niha ti namzedan bi fermî vekişandina xwe ya ji hilbijartinên pêşwext ranegihandiye.

Berdevkê komîsyonê Cumane Xulay îro Pêncşemê ji medya Iraqê re da xuyakirin: “Çapkirina kaxezên dengdanê di qonaxa dawiyê de ye” û wiha got: “Hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê di dema hatîye diyar kirin de ango dê roja 10.10.2021ê de birêve biçe.”

Berdevkê komîsyonê derbarê vekişîna aliyan ji hilbijartinê de jî da zanîn: “3 hezar û 249 kesan xwe ji bo hilbijartinê kirine namzed û heta niha ti namzed û aliyekî bi fermî nivîsa paşvekêşanê pêşkeş nekiriye.”

Cumane Xulay got, deriyê xwe vekişandina ji hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê jî êdî hatine daxistin.

Hêjayî gotinê ye, berevajî daxuyaniya Komîsyona Hilbijartinê, heta niha 30 aliyan di medyayê de vekişîna xwe ya ji hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê ragihandine, lê bi fermî hê jî venekişiyane.