Di hilbijartinên Almanyayê de heta niha 3 berbijêrên Kurd bûn parlamenter

27 September 2021 13:29 0 dîtin
Di hilbijartinên Almanyayê de heta niha 3 berbijêrên Kurd bûn parlamenter

PeyamaKurd – Di hilbijartinên Almanyayê de, heta niha 3 berbijêrên Kurd bi ser ketin û bûn parlamenter.

Komîsyona Hilbijartinan a Almanyayê encamên fermî yên destpêkê yên hilbijartina parlamentoya diyar kir û li gor encaman, Partiya Sosyal Demokrat (SPD) %25.7 deng bi dest xistiye û bûye partiya yekem û li paş wê hevpeymaniya Partiya Yekîtiya Kirîstiyan Demokrat û Yekîtiya Sosyal Demokrat (CDU/CSU) %24.1 deng bi dest xistye, herwiha Partiya Kesk jî bi %14.8 dengan, di rêza sêyem de cih girtiye.

Her li gor van encamên fermî, Partiya Lîberal Demorkata Azad %11.5, Partiya Alternatîv ji bo Almanya (AfD) %10.3 deng bi xistine.

Herwiha li gor encamên hatine ragihandin, heta niha yekalî bûye ku 3 berbijêrên Kurd karîne dengên pêwîst bi dest bixin, ew berbijêr ev kes in:

Qasim Tahîr Salih li ser lîsta Partiya Kesk ji bo parlamentoya Federal a Almanyayê

Can Bayram li ser lîsta Partiya Kesk ji bo parlamentoya Federal a Almanya

Jiyan Omer ji bo parlamentoya Herêma Berlînê.

Li gor encamên destpêkê yên fermî, Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ji 735 kursiyên parlamentoyê 206 kursiyan bi dest dixe, hevpeymaniya Yekîtiya Kirîstiyan Demokrat û Yekîtiya Sosyal Kirîstiyan (CDU/CSU) 196 kursî, Partiya Kesk 118 kursî, Partiya Lîberal Demokrata Azad 92 kursî, Partiya Alternatîv bo Almanya (AfD) 83 kursî û Partiya Çepên Almanyayê jî 39 kursiyan bi dest dixin.

Wek di encaman de xuya dike, ti partiyek bi tena serê xwe nikare hikûmetê pêk bîne, lewra hikûmeta bê ya Almanyayê wê hevpeymanî be.

Doh Yekşemê 26ê Îlonê û piştî aşkerekirina encamên destpêkê yên nefermî, Olaf Scholz berbijêrê SPDê û Armîn Laşet berbijêrê CDU/CSU bo posta şêwirmendiya Almanyayê ragihandin, ew dê hewl bidin bi hev re hikûmeteke hevpeymaniyê pêk bînin.

Olaf Scholz ji medyaya welatê xwe re got, ew dê hemû hewlekê bidin daku berî Krîsmasê karûbarên taybet bi pêkanîna hikûmetê temam bikin.