Serokomarê Iraqê: Heta niha 150 milyar dolar ji welat hatiye derxistin

25 May 2021 10:59 0 dîtin
Serokomarê Iraqê: Heta niha 150 milyar dolar ji welat hatiye derxistin

PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi daxuyaniyekê diyar kir, ji dema desthilatdariya Saddam Huseyn hate hilweşandin û heta niha, 150 milyar dolar ji welat hatiye derxistin. Nêzî 60 milyar dolar ji aliyê siyasetmedaran ve hatiye derxistin.

Berhem Salih li dijî nelirêtiyê, reşnivîsek yasayê pêşkêşî Parlamentoya Iraqê kir. Salih da zanîn, ji bo ku ew pereyê hatiye wendakirin bi paş ve bîne û teslîmî edaletê bike, ‘nivîseke girîng’ daye Parlamentoyê û bang li Parlamenteran kir, ji bo piştgiriyê bidin erêkirina yasayê.

Li gorî Rêxistina Zelalkirinê ya Navneteweyî, Iraq di warê nelirêtiyê de di nav welatên rewşa wê herî xerab de ye. Li gorî çavdêrên siyasî jî, wê erêkirina yasaya Serokkomar zehmet be, herwiha dibêjin wê partiyên siyasî vê yekê sabote bikin. Çavdêr dibêjin ji bo ku yasa neyê pejirandin, wê her tişt were kirin. Sedem jî bi tevlîbûna siyasetmedaran ya bi gendeliyê ve girêda.

Herwiha li gorî çavkaniyeke ji sektora bankayan a li Iraqê, siyasetmedarên Iraqê di nava 18 salan de di serî de ber bi Lubnanê ve 60 milyar dolar ji welat derxistine. Lê Lubnan hatiye asta îflasê. Derxistina pereyan a ji bankayên Lubnanê hema bibêje qet ne mimkûn e.

Serokomarê Iraqê Salih di berdewamiye de da zanîn: “Gendelî li pêşiya ekonomî û pêşveçûna civakî astengiyeke mezin e. Ji sala 2003an û vir ve, hezar milyar dolarê ji petrolê hatibû bidestxistin, 150 milyar dolarê wê ji welat hatiye revandin.”

Tê xwestin ku hemû şandinên pereyan ên li ser 500 hezar dolaran û bi taybetî hesabên bankayan ên ku herî kêm milyonek dolar tê de hene, bila werin lêpirsîn. Wê hemû veberhênan û peymanên ji ber nelirêtiyê jî were betalkirin.