Serokomarê Iraqê: Heta gendelî ji holê neyê rakirin rewsa Iraqê çareser nabe

24 September 2021 09:36 0 dîtin
Serokomarê Iraqê: Heta gendelî ji holê neyê rakirin rewsa Iraqê çareser nabe

PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Berhem Ehmed Salih, di gotara Iraqê ya civîna salane ya Neteweyên Yekbûyî de diyar kir; heta gendelî ji holê neyê rakirin, rewşa Iraqê çareser nabe û got: “Divê ji bo vegerandina serweta dizîkirî ya Iraqê, hevpeymaniyeke navdewletî were pêkanîn.”

Berhem Ehmed Salih di gotara xwe de eşkere kir: “Niha erkê me vegerandina awareyan e bo cih û warên wan û di dema borî de me karî yasaya qerebûkirina qurbaniyên Êzîdî derxin, da ku birînên wan hinek were cebirandin.”

Serokomarê Iraqê destnîşan kir: “Gendelî yek ji wan sedeman e ku seqamgîriya navçeyê û cîhanê xistiye metirsiyê, bi taybetî Iraq, ku wisa bûye welatiyên Iraqê sûdê ji serweta welatê xwe wernagirin.”

Herwiha diyar kir: “Heta ku em bi ser gendeliyê de zal nebin û sînorek daneynin û rêgiriyê lê nekin, rewşa Iraqê baş nabe. Ti bijardeyeke din li ber me tune ye ji bilî ku em li ser vî şerî bi ser bikevin. Loma Iraq bûye endamê rêkeftina Neteweyên Yekbûyî ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê.”

Berhem Salih di beşeke din a gotara xwe de bi zimanê Kurdî axivî û got: “Silav ji bo welatiyên ezîz, ez hêvî dikim bi hevkarî û yekrêzî rûbirûyî erkên vê qonaxê bibin ji bo çespandina azadî û dadperwerî û jiholêrakirina tundrewî û cudakarî û parastina aştî û pêkvejiyanê.”