Mîthat Sancar: Em tifaqeke ku hemû partiyên Kurdistanî tê de bin dixwazin

19 June 2022 11:31 0 dîtin
Mîthat Sancar: Em tifaqeke ku hemû partiyên Kurdistanî tê de bin dixwazin

PeyamaKurd – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, di kongreya partiya xwe ya bajarê Mêrdînê ya 4emîn de, axaftinek kir û li ser hilbijartinên bê yên Tirkiyê jî daxuyanî dan.

Mîthat Sancar di axaftina xwe de, got ku ew ne mecbûrî du bijardeyên Tifaqa Cumhur û Tifaqa Milet a Tirkiyê ne ku di hilbijartinan de bi hev re tevbigerin.

Sancar bal kişand ser tifaqeke kurdî û diyar kir: “Em tifaqekê dixwazin ku hemû partiyên Kurdistanî jî tê de werin cem hev. Em tifaqeke demokratîk a berfireh dixwazin ku ne tenê partî, hemû platform, rêxistin, însiyatîf, kesên xwedî wijdan û gel bicivinîn. Bijarde ev e, çareseriya rastîn ev e. Li ser milê me ye ku em îradeya pêkanîna vê çareseriyê eşkere bikin. Doza girtinê hebû, Doza Komploya Kobanê heye. Guh nedinê. Di şertên herî zehmet de çawa rê û rêbaz hatin dîtin û têkoşîn mezin bû, wê ji niha şûn de jî teqez rêyek bê dîtin. Wê nikaribin gelê me bê bijardiyekê bihêlin û bêhêvî bikin. Çareserî heye, çare jî heye, lê şert û mercê ewil ew e ku bawerî, biryardarî û îrade hebe. Ev jî bi me re heye.”