Ji bilî YNKê hemû partiyên Kurdistanê li dijî Madeya 14 derketin: Hewla lawazkirina Statuya Kurdistanê ye!
PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê, şevê din danê sibehê madeya 14ê ya projeyasaya budçeya Iraqê pesend kir ku di navbera aliyên Kurdistanê û Iraqê bûbû sedema krîzê.
Di madeya 14 de, tevî lihevkirina berê guhertin hatibûn kirin û di serî de PDK li dijî wan guhertinên di nava madeyê de derket.
Ew made li ser dahata petrola Herêma Kurdistanê û çavdêriya wê ji aliyê Bexdayê ve ye ku berpirsiyariya bicihanîna madeyê dide ser Serokwezîrê Iraqê.
Herwiha li gorî vê madeyê, hikûmeta Iraqê dikare rasterast mûçeyên parêzgehan ji budçeya Herêma Kurdistanê bibire û bi vî awayî rasterast bi Hewlêr, Duhok, Silêmanî û Helebceyê re jî pêwendiyan çêbike ku ji bilî YNKê hemû fraksiyonên partiyên Kurdistanê li dijî vê derdikevin.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû), Civaka Dadwerî ya Kurdistanê (Komel) û Tevgera Nifşê Nû (Newey Nwê) li dijî bendên madeya 14 ne û tenê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) piştgirî da vê madeyê.
Parlamenterê PDKê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah diyar kir, ji ber ku xala navborî “hewldaneke ji bo lawazkirina statuya Herêma Kurdistanê” ye divê were rakirin, lê belê bi israra komên Şîe û YNKê tevî derketina koma PDKê ji rûniştina parlamenê jî dengdan li ser madeya 14 hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye, di hevdîtinên şeva borî yên navbera aliyên siyasî de, Nûnerê Çarçoveya Hemahengiya Şîeyan Hadî Amirî ragihandibû ku ew xala navborî dê ji projeyasayê were derxistin.
Çi di madeya 14an a Projeyasaya Budçeya Iraqê de heye?
Benda 1: Pereyên dahata petrolê dikevin ser hesabekî bankeyê ku Wezareta Darayî ya Iraqê li Banka Navendî ya Iraqê vedike û hemû hesabên hevawa tên girtin.
Benda 2: Dîwana Çavdêriya Darayî û Wezareta Petrolê bi hevahengiya ligel Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê, hûrbîniyê di hemû hesabên bankî de dikin û dibin çavdêr.
Benda 3: Kompanyeya Biyanî, hûrbîniyê di herdû hesabên bankeyê de dike, ji wan pereyên têde ne yan pereyên lê tên razandin û jê tên derxistin.
Benda 4: Xişteya zanyariyên nîvê salê û salane, bi îmzeya Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê, Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê û çavdêriya bankeyan tê amadekirin.
Benda 5: Pêkanîna lijneyeke hevbeş bo pêdeçûna sektora petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê.
Benda 6: Bendên yekem, duyem, sêyem, çarem û pêncem ên Maddeya 14 tên cîbicîhkirin heta wê dema yasaya petrol û gazê diçe warê cîbicîhkirinê.
Benda 7: Eger her nakokiyek di navbera herdû hikûmetên federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hebe, derbarê maf û erk û rêkaran de ku di vê yasayê cîh digrin, lijneyeke hevbeş di navbera wan de tê pêkanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin