‘Li Herêma Kurdistanê ji bilî jineke ducanî, rewsa hemû nexwesên korona bas e’

16 March 2020 15:41 0 dîtin
‘Li Herêma Kurdistanê ji bilî jineke ducanî, rewsa hemû nexwesên korona bas e’

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, çend rojên pêş de çend berkeftiyên vîrusa korona li herêma Kurdistanê dê bişînin malên wan. Lê niha li benda kontrolên wan ên dawiyê ne û lezê li rêkirina wan a mal nakin.

Wezîrê tenduristiyê Dr. Saman Berzincî di civîneke rojnamevanî ya li Duhokê de got, li Duhok û hemû herêma Kurdistanê tewdîrên baş hatine girtin û wiha pê de çû:

“Bi keyfxweşî ve heta niha herêma Kurdistanê pêkanînên baş birêve birin. Li ser fermana serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, wezareta darayî du caran budce bo tekoşîna hember korona cuda kir. Budce piştevaniyek mezin bû û cîhê xwe girt. Ji ber wê jî ez spasiya serokwezîr dikim.’’ Herwaha aşkera dikim ku duyem biryara xerckirina budceyekî bo hewarçûna lez vê dawiyê hat derxistin û hîn pare bi temamî nehatiye xerc kirin.”

Wezîrê tenduristiyê destnîşan kir, niha temamê herêma Kurdistanê 35 nexweşên korona hene ku 4 kes bi temamî çêbûne û got, “Hin testên din jî dê wan rojan derkevin û piştî testên dawiyê dê hin kes ji malên xwe re bên şandin. Lê em lezê nakin, heta em jê piştrast nebin em naşînin. Mixabin yek ji berkeftiyan jiyana xwe ji dest daye heta niha. Lê yên din hemû jî baş in. Tenê kesek di bin kontrolekî bijîşkî ya zêde de ye, ew jî jineke ducanî ye. Hêvîdarim ew jî baş bibe.”