Gunay: Herêma Kurdistanê dikare di çareseriya pirsa Kurd de roleke dîrokî bilîze
PeyamaKurd - Berdevka HDPê Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya DBPê ya Diyarbekirê civîneke rojnamevanî li dar xist û derbarê rojevê de nirxandin kirin.
Ebrû Gunay di nirxandinên xwe de li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî daxuyanî dan û daxwaz ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê kir di çareserkirina pirsgirêka Kurd de roleke dîrokî dikare bilîze.
Gunay wiha axivî: “Me serdana Nêçirvan Barzanî ya hefteya derbasbûyî ya li Enqereyê ji nêz ve şopand. Bêguman em heta dawiyê piştgiriyê didin wê yekê ku Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê rêyên dîplomatîk hemûyan bi kar bîne û bi her derdorê re têkiliyê deyne. Lê belê wezîfeya me ye ku em hem hişyariyê bidin hem jî jê bixwazin ku nebe amûrê polîtîkayên ku têkiliyên navbera Kurdên li Rojava û Başûr xera dikin. Bendewariya me ew e ku Rêveberiya Kurd a Herêmî di têkiliyên xwe yên dîplomatîk de ji bo çareseriyê bi rolekê rabe û li dijî nêzîkatiyên ku yekîtiya Kurdan xera bikin helwestê nîşan bide. Me berê jî gelek caran anîn ziman ku Rêveberiya Kurd a Herêmî di çareseriya pirsgirêka Kurd de dikare bi roleke dîrokî rabe û yekîtiya navbera Kurdan pêk bîne."
Gunay herwiha got: "Heta ku pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê, bi rêbazên demokratîk, wekhev û adîl neyê çareserkirin, li vî welatî hêza darbeyê û tifaqên qirêj her kûr dibin, civak dîl tê girtin. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd dibe sedem ku bingeh ji sazîbûna faşîzmê re amade bibe, dibe sedem ku çavkaniyên aborî li şer bên erckirin û aborî têk biçe."
Gunay herwiha dibêje, her kesên çareseriyê dixwazin divê bala xwe bidin ser deklarasyona wan a aştiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin