Sûdanî: Dahata neftê dikare ji bo pêsxistina Herêma Kurdistanê û Iraqê bê bikaranîn

01 June 2024 10:24 0 dîtin
Sûdanî: Dahata neftê dikare ji bo pêsxistina Herêma Kurdistanê û Iraqê bê bikaranîn

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ragihand ku nefta Herêma Kurdistanê dikare weke çavkaniya dahatê ya ji bo pêşxistina bajarên Herêma Kurdistanê û bihêzkirina aboriya Iraqê bê bikaranîn.

Sûdanî di daxuyaniya xwe ya di derbarê jinûve henardekirina nefta Herêma Kurdistanê de diyar kir ku rawestandina henardekirina nefta Herêma Kurdistanê ji bo tevahiya Iraqê ziyan e û got ku ji bo pêşxistina parêzgehan neft dikare wek çavkaniya dahatê bê bikaranîn.

Muhammed Şiya Sûdanî anî ziman ku ew ji bo dozîna çareseriyeke guncav ji bo destpêkirina henartina nefta Herêma Kurdistanê destpêşxeriyeke nû didin destpêkirin û tekez kir ku divê pirsgirêka neftê ji bo sûdê li hemû gelên Iraqê bike bê çareserkirin.

Wezareta Petrolê ya Iraqê ji Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê û kompaniyên neftê yên li herêmê kar dikin daxwaz kir ku di 28ê Gulanê de, li Bexdayê bicivin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku rojeva civînê wê jinûve henardekirina nefta Herêma Kurdistanê be û hate destnîşankirin ku li gorî rêkeftinê wê henardekirin bi rêjeya ku di yasaya bûdceyê de hatiye diyarkirin bi rêya bendera Ceyhanê bê kirin.

Piştî biryara Dadgeha Hakemî ya Navneteweyî ya Parîsê ya 25ê Adara 2023an a di derbarê henartina nefta Herêma Kurdistanê de, henartina nefta Herêma Kurdistanê ya ji bendera Ceyhanê re hatibû rawestandin.

Rawestandina henartina neftê ziyanê ne tenê li bûdce û jêrxaneya Iraq û Herêma Kurdistanê kir, herwiha bû sedema kêmbûna nêzîkî 500 hezar bermîl nefta bazara ûzeyê ya cîhanê jî.