Berhem Salih heya 3 rojan dikare wezîfê bide M.Siya Sûdanî
PeyamaKurd- Bi sedema îstîfa Adil Abdulmehdî ku ji serokwezîrtiyê îstîfa kir, ciyê wî vala ma û niha navê Muhammed Şiya Sûdanî derbas dibe ku ji aliyê serokwezîrê berê Nûrî El Malikî de tê destekkirin. Li Bexdayê xwepêşandêr li dijî navê Sûdanî derketin û nerzîbûna xwe bo namzediya wî ya serowezîrtiya Iraqê ragihandin, li dijî wî sloganan qîriyan. Xwepêşandêr posterên El Malikî û Sûdanî ku bi hevrebûn, xaçekî li serê dan û nerazîbûna xwe aşkera kirin.
Nerazîbûna xwepêşandêran ne tenha li Bexdayê lê li başûrê Iraqê li Basra, Musenna û Zikarê jî hatin nîşandan. Tê gotin ku Hereketa Sadr ne di nav de ku 54 parlementerên wan di meclisa Bexdayê de hene, lê wê partiyên din yên weka grûbên şîa, Kurd û Sunnî destekê bidin Sûdanî. Dibe ku serokkomar Berhem Salih heya roja duşemê Sûdanî bo avakirina hukumeta nû wezîfedar bike.
Sûdanî do ji partiya “Koalîsyona Dewleta Qanûnî” îstîfa kiribû lê hêjî peralementere û vê tevgera wî nîşana serokwezîrtiya wî qewîtir dike.
Sûdanî endazyarê keştûkale, di sala 1970yan de li Bexdayê hatiye dinyayê û di dewra Nûrî Malikî de wezîrê kar û civakî bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin