Li Herêma Kurdistanê rojane 110 ton rûnê zeytûnê tê berhemanîn

25 December 2022 13:59 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê rojane 110 ton rûnê zeytûnê tê berhemanîn

PeyamaKurd Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, rojane li 7 kargehan 110 ton rûnê zeytûnan tê berhemanîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê amarên rûnê zeytûnên navxweyî yên li Herêma Kurdistanê tê hilberandin parve kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hilberîna zeytûnê bi piştgiriya hikûmetê ketiye qonaxeke nû, hat diyarkirin ku niha li 7 kargehan rojane 110 ton rûnê zeytûnê tê hilberandin.

Hat destnîşankirin, rojane 800 ton zeytûn ji cotkaran tê standin û li kargehan tê çêkirin û rûnê zeytûnê yên bi kalîte tê bidestxistin û li gorî daxwaziya zêde ya li bazara navxweyî tê pêşkêşkirin.

Serokê Komeleya Kooperatîfên Zeytûnan Nîmet Mewlûd jî got, "Em rojane di navbera 1 û 30 ton zeytûnan dikirin û rojane herî kêm 20 ton zeytûnan çêdikin."

Nîmet Mewlûd diyar kir, vekirina kargehên rûnê zeytûnan ji aliyê hikûmetê ve ji bo wan gelek e û destnîşan kir, divê şert û mercên berê yên kargehên taybet li ser wan ferz kiribûn qebûl bikin û niha hemû hilberîner zeytûnên xwe tînin van kargehan.

Mewlûd eşkere kir, li Herêma Kurdistanê daxwaza rûnê zeytûnê zêde ye û ev yek jî kenekî li ser rûyê cotkaran dixe û wiha got:

“Heya niha me berhemên xerab pêşkêşî gel nekiriye ji ber ku em di roja ewil de berhemên li kargehê ji hev cuda dikin û di heman rojê de dikin rûnê zeytûnê. Bi vî awayî ji raya giştî re tê pêşkêşkirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, hemû navçeyên Herêma Kurdistanê ji bo çandina zeytûnan guncaw in, ji bilî navçeyên ku avhewaya wan sar e û 1350 cotkar bi çandiniya zeytûnan ve mijûl in.