Li Herêma Kurdistanê hilberîna rojane ya Dana Gasê zêde bû

09 November 2023 13:31 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê hilberîna rojane ya Dana Gasê zêde bû

PeyamaKurd – Dana Gasê ragihand, rojane berhemanîna wê li Herêma Kurdistanê ji sedî 8 zêde bûye û 127 milyon dolar pere ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye.

Şîrketa enerjiyê ya Îmaratê Dana Gas roja Çarşemê 08.11.2023 raporek derbarê çalakî û qazancên xwe yên 9 mehên sala 2023an de weşand.

Di raporê de hat diyarkirin ku di xebatên xwe yên li herêmê de li gor par 35 milyon dolar qezenca şirketê kêm bûye û wiha hat gotin, "Dana Gasê di 9 mehên ewil ên îsal da 126 milyon dolar qezenc kir."

Hat gotin, dahata Dana Gasê ji sedî 21 kêm bûye û bûye 326 milyon dolar, lê hat gotin ku di vê heyamê de 127 milyon dolar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye dayîn.

Dana Gas ku bi navê yekemîn û mezintirîn şîrketa taybet a petrolê ya li Rojhilata Navîn di warê gaza xwezayî de dixebite, di Kanûna 2005an de hate damezrandin.