DanaGasê hilberîna rojane ya gaza li Kurdistanê eskere kir

09 February 2023 21:41 0 dîtin
DanaGasê hilberîna rojane ya gaza li Kurdistanê eskere kir

PeyamaKurd - Kompaniya DanaGas a Îmaratî ku li Herêma Kurdistanê kar dike, eşkere kir ku berhemanîna gazê ya li Herêma Kurdistanê gihîştiye asteke pîvanî û rojane 500 milyon m³ gaz tê berhemanîn.

Kompaniya DanaGasê bi daxuyaniyekê eşkere kir, Herêma Kurdistanê di meha Çileya 2023yan de rojane 500 milyon metre sêca gaza sirûştî berhem aniye.

DanaGasê daye zanîn, di sala 2022an de wan 182 milyon Dolar li Herêma Kurdistanê qezenc kiriye û di sala 2022an de jî li gor sala 2021ê, dahata kompaniyê bi rêjeya %53 zêde bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, DanaGas li Rojhilata Navîn yekem û mezintirîn kompaniya berhemanîna gaza sirûştî ye û di sala 2005an de hatiye damezirandin ku li bazara Ebû Dabî navê wê hatiye tomarkirin. Kompaniya DanaGas li Misir, Herêma Kurdistanê û Îmaratê kar dike.