Dana Gas: Hilberîna gaza Kurdistanê ji sedî 6 zêde bûye
PeyamaKurd – Kompaniya Dana Gas a Îmaratê ku li Kurdistanê hilberîna gaza siruştî dibe, ragihand ku di nîveka yekem a sala 2023yan de hilberîna gazê ji sedî 6 zêde bûye.
Di daxuyaniya Dana Gasê de hatiye diyarkirin ku ew plan dikin di çaryeka dawî ya 2024an de jî hilberîna gaza Herêma Kurdistanê bigihînin 250 milyon fît çarçikan.
Kompaniya Dana Gas daye xuyakirin ku têvî zêdebûna hilberînê jî qezenca wan ji 111 milyon dolaran daketiya 83 milyon dolaran.
Dana Gasê wekî sedema kêmbûna dahatê jî kêmbûna nirxê petrolê di 6 mehên salê de û kêmkirina bihayê gaza Herêma Kurdistanê li bazaran nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin