Dana Gas: Berhemanîna gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê ji sedî 9.5 zêde bûye
PeyamaKurd - Şîrketa petrolê Dana Gas ragihand ku berhemanîna gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê ji sedî 9.5 zêde bûye.
Pargîdaniya petrolê ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) Dana Gas ragihand, hilberîna petrolê di çaryeka ewil a sala 2023an de ji sedî 9,5 û li gorî heman serdema sala borî ji sedî 7,6 zêde bûye.
Dana Gas ku navê mezintirîn kompanya neftê ya taybet di warê xaza siruştî ya Rojhilata Navîn de kar dike, diyar kir ku kapasîteya berhemanîna bîrgeha Kor Mor a li sînorê Silêmaniyê gihîştiye 50 milyon metrekup. Di zeviya navborî de 500 milyon metrekup berhem hatiye bidestxistin.
Şîrketê herwiha da zanîn, ew ê di Nîsana 2024an de dest bi berfirehkirina qada petrolê ya Kor Mor bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin