Sîrketa Dana Gasê zêdebûna berhemanîna gazê li Herêma Kurdistanê ragihand
PeyamaKurd – Şîrketa Dana Gas diyar kir, berhemanîna gazê li kêlgehên Herêma Kurdistanê zêde bûye.
Li gor zanyariyan, tevî hewla xerabkirina ewlehiyê jî, şîrketa Dana Gas li ser kar û çalakiyên xwe yên di kêlgehên Herêma Kurdistanê û di şeş mehên borî yên sala 2022yê de berdewam bûye.
Hat ragihandin ku rêjeya berhemanîna gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê sedî 1 zêde bûye û karên berfirehkirina kêlgeha gazê jî berdewam bûye.
Herwaha hat eşkerekirin ku di vê heyamê de kolandina yekem bîra pêşxistinê ya di projeya li Herêma Kurdistanê de bi dawî bûye û niha kar li ser kolandina bîra duyem tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin