Qezenca DANA GASê ya 2023yan 160 milyon dolar e

08 February 2024 17:36 0 dîtin
Qezenca DANA GASê ya 2023yan 160 milyon dolar e

PeyamaKurd - Dana Gasê ragihand ku qezenca wê ya sala 2023an, li gor ya 2022yan pir kêm bûye û da zanîn ku qezenca wê ya 2023yan 160 milyon dolar e.

Dana Gasê bi  daxuyaniyekê daneyên qezenca xwe parve kirin. Li gor daxuyaniya ku encamên destpêkê yên darayî yên sala 2023ê dihewînebi, DANA GASê di 2023yan de nêzîkî 160 milyon dolar qezenc kiriye.

Kompaniyê daye zanîn ku ev qezenca wê li gorî 2022yan ji sedî 12 kêm bûye lê belê li Herêma Kurdistanê hilberîna gazê zêde bûye.

Di daxuyaniyê de wek sedemê kêmbûna qezencê kêmbûna nirxê hîdrokarbonatan hatiye destnîşankirin û hatiye diyarkirin ku di Borsaya Ebû Zebî de jî parînên kompaniyê kêm bûne.

Dana Gasê sedemên din ên kêmbûna parîn û qezenca xwe wiha ragihandiye:

"Lêçûnên xebatê ji sedî 7 kêm bûne û daketine 53 mîlyon dolaran. Di 2023yan de qezenc, li gor sala 2022yan ji sedî 12 ango wek pare 57 mîlyon dolar kêm bûye. Li gel van daneyên neyînî jî li Herêma Kurdistanê hilberîna gazê ji sedî 8 zêde bûye. Li gor vê zêdebûnê di 2023yan de hilberîna xwerû ya DANA GASê gihîşte rojane 36 hezar û 900 bermîlan."

Dana Gasê di daxuya daxuyaniya xwe de diyar kir ku daxwaza gaza sirûştî ji Herêma Kurdistanê zêde bûye.