Dana Gas: Em plan dikin ku berhemanîna gaza xwezayî li Kurdistanê zêde bikin

01 June 2023 12:28 0 dîtin
Dana Gas: Em plan dikin ku berhemanîna gaza xwezayî li Kurdistanê zêde bikin

PeyamaKurd Şîrketa Dana Gas a enerjiyê ya Îmarata Erebî (Îmarat) diyar kir, ew plan dikin ku di meha nîsana sala bê de hilberîna gaza xwezayî li Kurdistanê 250 milyon metrekup zêde bikin.

Midûrê Têkiliyên Veberhênerê Dana Gasê Muhammed Mubeydîn da zanîn, Dana Gas wê ji sedî 35 di hilberîna gazê de xwedî par be û got, "Zêdebûna hilberandinê wê di meha Nîsanê de destpê bike û tê çaverêkirin ku em bandora darayî ya zêdebûna hilberînê di nîvê duyemîn 2024an, di seranserê 2025an de bibînin."

Kompaniya Dana Gas ku mezintirîn kompanya enerjiyê ya taybet li Rojhilata Navîn e, ji bilî zeviyên Herêma Kurdistanê li Misrê gazê berhem tîne. Dana Gas jî di destpêka Cotmeha 2022an de hilberîna xwe ya gazê ya rojane li kêlgeha Kor Mor bi 50 milyon metrekup zêde kiribû û derketibû 500 milyon metrekup.

Kompanyê amaje bi wê yekê kir ku zêdebûna berhemanîna li Herêma Kurdistanê di çaryeka yekem de kêmbûna qazancên wan sînordar kir.