Dana Gas berhemanîna gaza Kurdistanê du qatan zêde dike

02 January 2019 20:03 0 dîtin
Dana Gas berhemanîna gaza Kurdistanê du qatan zêde dike

PeyamaKurd - Kompaniya Dana Gas ku li Herêma Kurdistanê berhemanîna gaza siruştî dike, qebareya berhemanîna gaza sirûştî li Kurdistanê bi qasî du qatan zêdetir dike.

Kompanyaya Dana Gasê bi daxuyaniyekê ragihand, bi sedema zêdebûna çalakiyên li Herêma Kurdistanê û Misrê re di sala 2018an de, wan bi qasî 324 milyon dolar dahata gazê kom kiriye. 

Dana Gasê diyar kir ku bi sedema projeyên li Misir û Kurdistanê, asta berhemhênana kompaniyê di meha îlona 2018an de, ji 62 hezar bermîlên hevtayê neftê rojane zêde bûye û gihîştiye 70 hezar bermîlên hevtayê neftê rojane. 

Dana Gasê ragihand ku ji ber geşepêdana projeyên li Herêma Kurdistanê, asta berhemanîna gaza sirûştî ji 305 milyon pêyên sêcar rojane bo 400 milyon pêyên sêcar zêde bûye. 

Rêveberê Kompanyayê Patrîck Alman Ward got ku wan hemû heqdestên xwe yên sala 2018an di dema xwe de ji hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtine. 

Patrîck Alman Ward destnîşan kir, ew dê berhemanîna xwe ya li Kurdistanê heta çend salên pêş bi qasî du qatan zêde bikin.