Ebdulganî: Me bi Herêma Kurdistanê re li ser projeyasaya neft û gaza xwezayî gotûbêj kir
PeyamaKurd – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayan Ebdulganî diyar kir ku wan li Hewlêr û Bexdayê gelek civîn li ser proje yasaya petrol û gaza xwezayî kirine.
Wezîr Ebdulganî ku di Foruma Diyaloga Rafideynê de li Bexdayê hat lidarxistin de ji K24ê re gotiye, “Me ligel birayên xwe yên Herêma Kurdistanê qala fatûreya petrol û gazê kir. Me li Hewlêr û Bexdayê gelek civîn li dar xistin û li ser mijara amadekirina proje yasaya neft û gazê li gorî bernameya hikûmetê gotûbêj kir.”
“Me pêşnûme berê amade kiribû, birayên herêmê daxwaz kirin ku xal bi xal bê çareserkirin, gelek mijarên sereke temam bûn, lê ji ber hin bûyeran danûstandin rawestiyan.” Wezîrê Iraqê Ebdulganî diyar kir ku wan weke Wezareta Petrolê projeya Herêma Kurdistanê li gorî destûrê pêşkêşî hikûmeta federal kirine.
Wezîr Ebdulganî di axaftina xwe ya li Foruma Diyaloga Rafideynê de got ku ji bo amadekirina proje yasaya neft û gazê bi Herêma Kurdistanê re gotûbêjan dikin û ji bo vê yekê jî projeyek amade dikin.
Pêncemîn Foruma Diyaloga Rafideyn bi diruşmeya “Pêşeroja mirovatiyê.. Kirîz û Guhertin” 3ê Adarê li Bexdayê destpê kir.
Di çarçoveya Korbenda Diyaloga Rafideyn a îsal de 11 panel hatin lidarxistin ku piraniya wan berpirsên payebilind ên Hikûmeta Iraqê, wezîr, parlamenter û şêwirmend beşdar bûn.
Foruma ku 3ê Adarê destpê kiribû, do 5ê Adarê danê êvarê bi dawî bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin