Dahata nefta Herêma Kurdistanê ya salane hate askerekirin
PeyamaKurd - Di rapora ku ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Srûştî ya Herêma Kurdistanê ve hatiye amadekirin de, hatiye ragihandin ku ji 1ê Avrêla 2023an heta niha, li 9 kêlgehên neftê 45 milyon bermîl neft hatiye derxistin.
Di ser derbasbûna salekê re li ser rawestandina hinartina petrolê, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî raportek derbarê rêjeya petrola ku radestî Bexdayê hatiye kirin, firotina petrola navxwe û dahata petrolê belav kir.
Li gorî wê raporê, beriya 25ê Adara 2023ê hinardekirina petrolê li Herêma Kurdistanê were sekinandin, li 14 kêlgehên Herêma Kurdistanê berhemanîna petrolê dihate kirin û piştî biryarê jî berhemanîna petrolê li 5 kêlgehan hatibû rawestandin. Bi vî rengî, hilberîn tenê di 9 qadan de berdewam kir.
"Nefta Herêma Kurdistanê û Iraqê"
Di raporê de hatiye gotin ku ji 45 milyon bermîlên petrolê yên ku ji 1ê Nîsana 2023an ve li 9 bîrên petrolê hatine berhemanîn, 11.8 milyon bermîl radestî Wezareta Petrolê ya Iraqê hatiye kirin.
Proseya radestkirina petrola ku li Herêma Kurdistanê hatiye berhemanîn bo Wezareta Petrola Iraqê, roja 25ê Hezîrana 2023ê dest pê kir û heta destpêka meha Kanûna sala borî berdewam bû. Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab diyar kir ku di vê heyamê de Iraqê ti pere ji bo lêçûnên berhemanîn û şandinê neşandiye herêmê.
Piştî ku lêçûnên berhemanîn û şandinê ji aliyê aliyên Iraqî ve nehat şandin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka meha Kanûnê ve şandina petrolê bo Hikûmeta Iraqê rawestand.
Dema ku rêjeya ku radestî Wezareta Petrola Iraqê hatiye kirin, ji tevahiya berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê were kêmkirin, tenê 33 milyon û 900 hezar bermîl petrol dimîne. Ev mîqdar li ser 2 beşan hatiye dabeşkirin, ji sedî 45 pişka wan kompaniyan nêzîkî 15 milyon û 250 hezar bermîl e û pişka din jî (di destê hikûmeta Herêma Kurdistanê de maye) nêzîkî 18 milyon û 650 hezar bermîl e.
"Firotina neftê û rafîneriya navxweyî"
Piştî rawestandina hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê re, berhemanîna berhemên sotemeniyê zêde bû. Di vê çarçoveyê de Wezareta Çavkaniyên Sirûştî bi rêya her du parzûngehên Kar û Lanaz asta berhemanîna benzînê zêde kir û ev yek bû sedema daketina nirxê benzînê.
Li gorî rapora Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, zêdetirî 1 milyon bermîl benzîn bi buhayên erzan hatiye berhemanîn û ketiye bazarê. Di encamê de nirxê benzîna normal daket jêr 780 dînarî.
Di encamê de 17,65 milyon bermîl petrol ji bo firotina hikûmeta Herêma Kurdistanê ma. Dahata giştî ya petrola ku her bermîlek bi navgîniya 31,3 dolar hatiye firotin 552 milyon û 445 hezar dolar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin