Bi amadebûna Serokwezîr konferansa salane ya Banka Iraqî li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin

21 October 2023 11:15 0 dîtin
Bi amadebûna Serokwezîr konferansa salane ya Banka Iraqî li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin

PeyamaKurd – Îro 21ê Cotmehê, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, konferansa salane ya Banka Iraqî li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.

Li gor zanyariyan di konferansê de, behsa geşepêdana sîstema bankî û kêşeyên li pêşiya sîstema bankî ya Iraqê tên kirin. Serokê Banka Navendî Elî El-Allaq û hejmarek berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal beşdarî konferansê dibin.

Li gor zanyariyan, Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî El-Allaq pêr 19ê Cotmehê gihîştibû Hewlêrê û di hevdîtina bi Serokwezîr Mesrûr Baranî re, guftûgo li ser pêşxistina hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, bi taybetî banka navendî de, di warê çaksaziya sektora bankî û hewlên rûbirûbûna şûştina pereyan û karê ji bo aramiya aborî hatin kirin.

Herwiha Serokwezîr amaje bi proje û destpêşxeriya (Hejmara Min) kir û spasiya piştgirî û heVahengiya Serokê Banka Navendî û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî kir û tekez li ser wê yekê kir ku pêşketina Herêma Kurdistanê, pêşketina ji bo tevahiya Iraqê û berjewendiya hemû welatiyan e.

Hêjayî gotinê ye, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina jêrxaneya aborî, giringiyeke mezin daye sîstema bankî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêştir gotibû: “Em pêdagiriyê li ser standardkirina sîstema bankî ya Herêma Kurdistanê dikin, ji ber wê jî em bi Serokê Banka Navendî ya Iraqê re di peywendiyê de ne û ew alîkariya me dikin.”