Serokwezîr starta Fuar û Konferansa herî mezin a Rojhelata Navîn da
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li paytext Hewlêrê 5emîn Pêşangeh û Konferansa Teknolojiyê ya HITEX 2024an vekir.
Fuara herî mezin a ku her sal li Iraqê tê lidarxistin HITEX, bi navê dehemîn pêşangeha herî mezin a Rojhilata Navîn e.
Di fûara ku wê 4 rojan bidome de wê 7 panelên bi temaya 'Siberoja bê kilîlk', 3 semîner û 2 komxebat bên lidarxistin.
Armanca fûarê ew e ku akademîsyenên sereke, nûnerên hikûmetê û serkirdeyên sektora taybet bicivîne da ku li ser hemû azmûnên warên pêşketinên teknolojiyê, agahiyan li Iraq û cîhanê biguhezînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin