Serokwezîra herî ciwan dest bi kar kir
PeyamaKurd – Li welatê Taylandê Serokwezîra nû Paetongtarn Shinawatra, îro Yekşemê 18ê Tebaxê li paytext Bankokê bi merasîmeke fermî dest kar kir.
Serokwezîra nû Paetongtarn Shinawatra, bû serokwezîra jin û ya herî ciwan a dîroka Taylandê.
Shinawatra keça serokwezîrê berê yê Taylandê Thaksin Shinawatra ye û 37 salî ye.
Paetongtarn Shinawatra îro wek 31emîn serokwezîra Taylandê piştî hilbijartinên li parlamentoyê dest bi kar kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin