Rûsya: “Ger mûsekên Kruzê bidin Ûkraynayê, qonaxa herî xeternak dê dest pê bike”

12 November 2024 15:31 0 dîtin
Rûsya: “Ger mûsekên Kruzê bidin Ûkraynayê, qonaxa herî xeternak dê dest pê bike”

PeyamaKurd – Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Dmitriy Medvedev diyar kir ku ger mûşekên krûzê radestî Ûkraynayê bên kirin, wê zede bibe metirsiya ku pevçûn derbasî qonaxa herî xeternak bibe.

Medvedev di daxuyaniya xwe ya li ser kanala Telegramê de got ku Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) ya li Almanyayê Friedrich Merz gotiye, “Eger ew ji bo serokwezîriyê were hilbijartin, ew ê ultîmatomekê ji Rûsyayê re deyne da ku dawî li vê pêvajoyê bîne ger ev yek neyê bicîkirin, ew ê mûşekên Kruzê yên Taurusê bide Kîevê.”

Medvedev diyar kir ku mûşekên navborî wê rêça şer neguherînin û got, “Lê belê ev yek metirsiya derbasbûna şer ber bi qonaxa herî xeternak zêde dike. Serokê me (Vladimir Putin) jî derbarê vê mijarê de hişyarî daye.”

Medvedev diyar kir ku piştî ku Donald Trûmp li Amerîkayê weke serokkomar hat hilbijartin, rêberên Ewropayê tengav bûne û got, “Rêberên xwedî ezmûn û jîr ên Ewropayê ketin dîrokê. Li şûna wan kesên bêqîmet bi egoyên bilind hatin hilbijartin. Ev tê wê wateyê ku bi îhtîmaleke zêde dê senaryoyek xirab pêk bê.”