G7 ji ber mûsekên balîstikî dide Rûsyayê Îranê riswa kir

15 September 2024 18:25 0 dîtin
G7 ji ber mûsekên balîstikî dide Rûsyayê Îranê riswa kir

PeyamaKurd - Wezîrên karên derve yên welatên G7 duh civiyan û ji aliyê Îranê ve henartina mûşekên balîstîk ên ji Rûsyayê re bi tundî şermezar kirin.

Îranê hejmareke mezin ji mûşekên balîstîk ên ji bejayî ber bi bejayî ên bihêz pêşkêşî Rûsyayê kiribû. Ev hevkariya leşkerî ya di navbera her du welatên ku di bin guvaşên Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê (DYA) de ne bû sedem ku DYA bertekeke tund nîşan bide.

Piştî DYAyê, welatên G7 jî bi heman şêweyî vê hevkariyê bi tundî riswa kir.

Di daxuyaniya hevbeş a wezîrên derve yên welatên G7 ku ji DYA, Almanya, Fransa, Brîtanya, Îtalya, Kanada û Japonyayê pêk tê û Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) de wiha hate gotin: "Îran mûşekên xwe yên balîstîk henardeyî Rûsyayê dike û em şandina van mûşekan bi tundî şermezar dikin." 

Di daxuyaniya ku hate bibîrxistin Îran tevî hişyariya civaka navneteweyî henartina mûşekan didomîne de ev hate gotin:

“Li gel piştrastbûn û hişyariya civaka navneteweyî ya ji bo rawestandina henardekirina mûşekan jî, Îran piştgiriya leşkerî ya mûşekên balîstîkî ya ji Rûsyayê re ku di şerê dijwar ê li dijî Ûkraynayê de bikar bîne, zêdetir kiriye. Rûsya. ji bo kuştina sivîlên Ûkraynayî û hêrişkirina binesaziya krîtîk a Ûkraynayê, frokeyên bêmirov (FBM) ên Îranê bikar tîne. Ev hêrişa Rûsyayê binpêkirineke aşkere ya hiqûqa navneteweyî ye. Divê Îran tavilê dest ji piştgirîdayÎna şerê nehiqûqî yê Rûsyayê yê li dijî Ûkraynayê, henardekirina mûşekên balîstîk, FBM û teknolojiyên pêwendîdar ên ku rasterast gefê li gelê Ukraynayê û bi giştî li ser ewlehiya Ewropa û navneteweyî ye rawestîne."