Ûkraynayê li depoya mûsekên S-300 û S-400î ya Rûsyayê xist

18 September 2024 14:35 0 dîtin
Ûkraynayê li depoya mûsekên S-300 û S-400î ya Rûsyayê xist

PeyamaKurd - Hate angaştin ku Ûkraynayê, li bajarê Toropets ê herêma Tver a Rûsyayê, li dijî depoyeke mezin a cebilxaneyan ku roketavêjên pirlûle yên Grad û sîstemên mûşekên S-300 û S-400î jî tê de bûne hêrişekê pêk aniye.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Ûkraynayê de hatin belavkirin, Hêzên Parastinê yên Ûkraynayê li Toropets a herêma Tver a Rûsyayê bi frokeyên bêmirov hêrîş birine ser depoyeke cebilxaneyê ya artêşa Rûsyayê.

Li gor agahiyên ku ji jêderên Servîsa Ewlehiyê ya Ûkraynayê (SBU) hatine wergirtin, hêriş îşev, bi frokeyên bêmirov ên girêdayî SBU ya Gerînendehiya Sîxuriya Sereke ya Ûkraynayê û Hêzên Tevgera Taybet hatiye kirin.

Hata angaştin ku di hêrişê de depoyeke cebilxaneyê ya Wezareta Parastinê ya Federasyona Rûsyayê hatiye têkbirin.

Ji aliyê din ve di parvekirinên medyaya civakî yên di derbarê hêrişê de hate gotin ku li Toropetsê teqînên mezin pêk hatine û ev teqîn heta vê sibehê jî dom kirine.

Serokê Navenda Têkoşîna li dijî Dezenformasyonê ya Ûkraynayê Andrey Kovalenko di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, di derbarê mijarê de diyar kir ku li Toropetsê, di depoyeke cebilxaneyê ya mezin a Rûsyayê de roket û mûşekên artêşa Rûsyayê hene.

Kovalenko ragihand ku di depoyê de sîstemên roketavêjên piralî yên cureya Grad û sîstemên mûşekên parastina asmanî yên S-300 û S-400î hene.