Zelenskiy: Ji bo zorê bidin Rûsyayê da astiyê bike, pêdivî bi çekên menzîldirêj heye
PeyamaKurd – Serokatiya dewleta Ûkraynayê ragihand ku serokê dewleta Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy, di civîna 20em Yalta ya Stratejiya Ewrûpa de axifiye. Zelenski ragihand ku şerê navbera Rûsya-Ûkrayna dewam dike û ji bo ber li êrîşên Rûsyayê bigrin, çekên menzîldirêj yên welatên Rojava dane Ûkraynayê, divê li hemberê çeperên Rûsyayê bikarbînin. Zelenski got ku niha bikaranîna wan çekan qedexeye û weha dewam kir:
“Kesên dibînin Rûsya ji ku derê êrîş dike, hêzên xwe li ku derê amade dike, rezervên wan li ku derêne, tesîsên leşkerî li ku derêne û kîjan lojîstîkan biklartîne, wê bizane ku pêdiviya Ûkraynayê bi çekên menzîldirêj heye.
Di 11ê Êlûnê de, bi wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinklen, yê Îngîltere David Lammy re, me li Kievê hevdîtin kir, me ji bo bikaranîna çekên menzîldirêj agahiyan da wan û em bende ne ku ji wan bigihên encamekî.
Çekên menzîldirêj wê seyra şer biguhêre û zorê bide Rûsyayê da aştiyê bike. Em ji hevkarên xwe dilxweşin û ji wan encamê dixwazin.”
Zelenski, li ser gelek mijaran axifî û hetta balê kişand ser çekên Îranê ku dide Rûsyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin