Rûsyayê pêswazî li amadebûna Ukrayna ya bo gotûbêjên astiyê kir

05 March 2025 18:27 0 dîtin
Rûsyayê pêswazî li amadebûna Ukrayna ya bo gotûbêjên astiyê kir

PeyamaKurd – Piştî ku Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku ew amade ne ligel Rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump, peymana mîneralên bi qîmet û destpêkirina gotûbêjên ligel Rûsyayê îmze bikin, ji Kremlînê jî daxuyanî hat.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku ew pêşwaziyê li biryara Ukraynayê ya vegera ser maseya mizakereyan dikin û got: "Em amadebûna Zelenskiy ya bo mizakereyan erênî dibînin.”

Herwiha Peskov, li ser vexwendina Serokê Belarusê Aleksandr Lukaşenko ya şandên Rûsya, Amerîka û Ukraynayê bo danûstandinên aştiyê jî got, "Ev mijar nehatiye rojevê, lê ji bo me jî cihê herî baş Minsk e. Belarus hevalbenda me ya serekî ye, loma jî ji bo mizakereyan cihê herî baş e.”