Rûsyayê pêswazî li biryara Trump a rawestandina alîkariyên Ukraynayê kir

04 March 2025 18:01 0 dîtin
Rûsyayê pêswazî li biryara Trump a rawestandina alîkariyên Ukraynayê kir

PeyamaKurd - Berdevka Koşka Serokatiya Rûsya Kremlinê Dmitry Peskov îro 4ê Adarê di civîneke rojnamevanî de, pêşwazî li biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a rawestandina alîkariyên leşkerî, mirovî û darayî yên Amerîkayê bo Ukraynayê kir.

Dmitry Peskov got, “Rûsya pêşwaziya her hewldaneke ji bo bidawîanîna şerê Ukraynayê dike. Herwiha pêşwaziya daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê bicihanîna aştiyê de jî dike.”

Peskov diyar kir ku Amerîkayê ji hemû welatên Ewropayê û cîhanê zêdetir alîkarî pêşkêşî Ukrayanyê kirine, lê Ewropa hewl dide valahiya alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê ji bo Kîêvê zêde bike, ji bo ku li ser şerê bi Rûsyayê re berdewam be.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Amerîkayê bi awayekî fermî û piştî sê salên şer biryar da ku, alîkariyên xwe yên leşkerî yên bo Ukraynayê rawestîne. Herwiha Trump jî rijd e ku Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskyy bi aştiyê razî bike û heta wê demê jî dest bi alîkariyan nake.

Heta niha Amerîkayê ji bo Ukraynayê 118 milyar dolar alîkarî kiriye ku Trump dibêje, “Me 350 milyar dolar ji Ukraynayê re şandine û divê li me re vegerîne.”