Rûsyayê pêswazî li biryara Samê ya bo sînorên Tirkiyê kir

15 May 2023 21:05 0 dîtin
Rûsyayê pêswazî li biryara Samê ya bo sînorên Tirkiyê kir

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Rûsyayê, pêşwazî li biryara hikûmeta Şamê ya rejîma Sûriyê kir ku deriyên sînorî yên ligel Tirkiyeyê heta 3 mehan bo gihandina alîkariyên mirovî vekirî dihêle.

Sûriyê piştî erdhejên 6ê Sibatê deriyên sînorî yên xwe ligel Tirkiyeyê vekiribûn û niha jî biryar da ku heta 13ê Tebaxa 2023yan derî bo çûnûhatinên mirovî û alîkariyan vekirî bimînin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê de hatiye gotin ku ew dirêjkirina vekirina deriyên sînorî yên ligel Tirkiyeyê di çarçoveya prensîbên hiqûqa navdewletî de, bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

Hat diyarkirin ku rêveberiya Şamê her cûre tedbîr wergirtine û prosedura vîzeyê jî ji bo gihandina alîkariyên mirovî sivik kiriye.