Yekîtiya Ewropa pêswazî li biryara Trump a derxistina Sûdanê ji lîsteya terorê kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, doh 19ê Cotmehê ragihandibû ku ew dê bi şertê qerebûkirina malbatên welatiyên Amerîkî yên qûrbaniyên terorê, welatê Sûdanê ji nav lîsteya welatên piştgiriya terorê dikin derxin ku wê bi vî awayî Sûdan bikare ligel Îsraîlê peymana aştiyê îmze bike.
Li ser vê biryarê Nûnerê Bilind ê Pêwendiyên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell pêşwazî li biryara Donald Trump a derxistina Sûdanê ji lîsteya terorî kir û got, niyeta Amerîka ya ku Sûdan ji nav lîsteya welatên piştgiriyê didin terorê derxe xwedî girîngiyekê ye.
Borrel li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsand, ev gav wê Sûdanê di nav civaka navnetewî û beşdariya wê ya aboriya cîhanî de xurt bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin