Yekîtiya Ewropa wê biryara Ukraynayê bide: Hemû merc hatine bicihkirin
PeyamaKurd - Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku Ukraynayê ji bo tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê hemû şert û merc anîne cih.
Komîsyona Ewropayê bi daxuyaniyekê eşkere kir, Kîev di reformên ji bo parastina mafên kêmneteweyan, li dijî gendelî û lobîtiya siyasî de bi ser ketiye.
YEyê diyat kir ku wezîrên welatên endamên Uekîtiya Ewropayê wê di nav du hefteyan de entegrasyona Ukraynayê gotûbêj bikin.
Herwiha şandeyên welatên Yekîtiya Ewropayê li ser pêşniyarên Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya li ser destpêkirina danûstandinên bi Ukrayna û Moldovayê re ji bo endambûna Yekîtiya Ewropayê li hev kir.
Nûnera Komîsyona Ewropayê Ana Pizoneroyê got, "Em di wê baweriyê de ne ku ev mijar qediya.
Me agahiyên nûvekirî pêşkêşî welatên endam kir û em di wê baweriyê de ne ku Ukrayna û Moldova hemû şert û mercan bi cih anîne.
Niha biryar di destê welatên endam de ye."
Mercên sereke yên ji bo endamtiya Ukraynayê: reformên dijî gendeliyê, sînordarkirina lobîtiya siyasî, rêbazên ragihandina mal û milkên ji bo karbidestan û parastina zimanên kêmnetewan bûn.
Dîplomatên Yekîtiya Ewropayê wê 12ê Hezîranê entegrasyona her du welatan a bi Ewropayê re gotûbêj bikin
Li aliyê din gera yekem a gotûbêjên navbera wezîrên derve jî 25ê Hezîranê hatiye diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin