Amedî: Ti kes cesaret nake wan madeyên destûra Tirkiyê biguherîne

17 September 2024 13:25 0 dîtin
 Amedî: Ti kes cesaret nake wan madeyên destûra Tirkiyê biguherîne

PeyamaKurd – Siyasetmedar Rojhat Amedî li ser mijara guhertina destura bingehîn a Tirkiyeyê ku niha cardin ketiye rojevê û nîqaş li ser têne kirin beşdarî bultena Rûdawê bû û got, “Deshilata Tirkiyê ya niha mijara guhertina destûrê tene ji bo bihêzkirina deshilata xwe tîne rojevê.”

Amedî bal kişand ser gotinên yek ji damezrînerê AK Partiyê Huseyîn Çelîk ên xwerizgarkirina ji destûra darbeya 12ê Îlonê û diyar kir, “Niha ew gotinên ku derstûrî ku tene çavê rê kirin dixwazin ku tiştkî bikin ne nû ye. Ji zûde ye dixwazin li ser wan madeyên destûrê guhertin çêbibin. Heta niha tu kes nikariye bi şêweyekî rast nezîkî wan babetan, nêzîkî wan xalên destûrê bibin. Tişta ku îro behsa wê tê kirin, esas ew ne babete guhertina Komara Tirkîyê ye yanî desthilatiya Tirkî îro bi desthilatiya AK Partî û MHP tê birêvebirin û tu nîyeta wan tune nêzîkî wan babetan bibin. Tenê dixwazin ji bo desthilatiya xwe zexm bikin hinekî guhertinan bikin û ew jî tenê ji bo desthilatdariya xwe sabît bikin e.”

Ti kes nikare cesaret bike biguherîne

Li ser 4 madeyên ku guhertina wan nayê teklîfkirin ku Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu anîbû rojevê jî Amedî got: “Ew çar maddeyen ku bahs dikin ew bi xwe nikarin behs bikin lê bi hinekan didin gotin. Bo nimûne HUDAPAR ku ev çend rojên dawî de dibêjin, divê ew bêne guhertin û em dixwazin bêne guhertin. Lê ez bawer nakim ku tu kes bikaribe xwedî cûret û cesaretê bike ku wan babetên destûrî biguherînê.”

CHP ti carî naxwaze

Amedî li ser mijara guhertinên bene kirin da zanîn, “Ew ne daxwazên xelkê ne. Ji derveyî Kurdan li Tirkiyê  tu kes naxwaze ew made bêne guhertin. Tirk naxwazin partîyên wan naxwazin, bi taybetî îro ku CHP roj bi roj li ser esasê desthilata Tirkîyê bi hêz dibe, bi qewet dibe, tu caran teyît nake ew madeyên destûrê bêne guhertin û ne mimkun e.”

Siyasetmedar Rojhat Amedî, li ser helwesta HUDA PARê jî wiha axivî:Ew dikarê bibe destpekek lê têr nake ku dîsa dubare dikim ku qewata tu kesî nagihîje ku wan madeyan biguherîne.” 

Dengê Kurdan têrî guhertinê nake

Herwiha Amedî wiha berdewam kir. Di nava parlementoyê de dengê Kurdan têr nake divê li seranserê Tirkiyê guherîn bo wan maddeyên destûrî bê xwestin.”

Rojhat Amedî dawîyê jî li ser helwesta CHPê wiha axivî: "Ez bixwe siyaseta CHP rast nabînim û di we baweriyê de me ku keşeyen sed sale li Tirkiye bingeha wan keşeyan de siyaseta CHP bi xwe heye, lê weke min got îhtimale were guhertin. Yanî AKP di nav siyaseta Tirkiye de derket, AKP di nav Milli Selamet partisî de bû, li beranberi kurdan ferqa wan tunebû ,di nav de derket yanî ez ew tişt di nava komarê ya CHP de mumkin e ne mimkun e, ez we nizanim lê ihtimal e ku hinek partiyên din jî derkevin, partiyên jî mezin bibin, lê siyaset li Tirkiye xitimî ye, çareya wan li kurda aş bibe wekî din tu çare tune ye ew ji rojavayê Kurdistanê derbas dibe."