Larîcanî: Bernameya mûsekî ya Îranê xeta sor e û nakeve bazarê
PeyamaKurd – Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, Elî Larîcanî, helwesta dewleta xwe ya li hemberî bernameya mûşekî dubare kir û ragihand ku ev mijar bi serweriya neteweyî ve girêdayî ye û tu carî nabe mijara danûstandinê. Larîcanî di heman demê de destwerdana welatên rojavayî di karûbarên navxweyî yên Îranê de bi tundî red kir û îdiayên derbarê daxwaza danûstandinan ji aliyê Amerîkayê ve pûç derxist.
Di konferanseke li Tehranê de, Larîcanî bal kişand ser hewlên welatên rojavayî ku bi hincetên wekî bernameya nukleerî û kapasîteyên berevaniyê, hewl didin serweriya xwe li ser Îranê ferz bikin. Wî got, "Ne karê we ye ku hûn derbarê kapasîteyên me yên mûşekî de nêrînên xwe bibêjin. Ev mijareke serweriyê ye û ti aliyekî biyanî nikare destwerdanê lê bike."
Larîcanî rexne li welatên rojavayî girt û diyar kir ku ew, tevî salên dirêj ên hevkarîya bazirganî, hîn jî bi zîhniyeta serdestiyê li hember Îranê tevdigerin û mijara nukleerî weke "hincetekê ji bo şerekî siyasî û aborî li dijî gelê Îranê" bi kar tînin.
Sekreterê Encumena Ewlehiyê herwiha tekez kir ku Îranê ti peyamek ji bo destpêkirina danûstandinan ji Amerîkayê re neşandiye û got, "Bi saya hêza gelê me û biryardariya hêzên me yên çekdar, dijmin neçar maye ku planên xwe ji nû ve binirxîne."
Di dawiya axaftina xwe de, Larîcanî bi bîr xist ku şaristaniya Îranî "tu carî di bin serweriya Rojava de nebûye û li ser bingeha hêz û serxwebûnê hatiye avakirin." Wî tekez kir ku Îran dê weke hêmaneke hevsengiyê li herêmê bimîne û rê nade ku kes şertên xwe li ser wê ferz bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin