Dana Gasê di hilberîna gaza Kurdistanê de rekor sikand
PeyamaKurd – Kompaniya Dana Gazê ragihand ku hilberîna gaza firotanê ji Kargeha Gazê ya Khor Mor a Pearl Petroleum li Herêma Kurdistanê, di 18ê Mijdarê de gihîştiye asta rekorê û 418MMscf/d hilberîn pêk hatiye.
Dana Gas ku xwediyê %35 pişka Pearl Petroleum e, di çaryeka sêyemîn a sala 2020an de piştî xilaskirina projeya bypass a santrala nû di meha Tebaxê de, ji sedî 6 zêdebûna hilberînê tomar kir ku di meha Mijdarê de ew rêje gihîşt asta rekorê.
CEOyê Dana Gasê Dr. Patrick Allman-Ward, CEO got: "Em pir kêfxweş in ku Pearl Petroleum ev rêjeya girîng li Khor Mor bi dest xist, ku ev encama xebata me ya domdar e ji bo zêdekirina hilberîna gazê.”
Dr. Patrick Allman-Ward dibêje, "Ev destkeftiya girîng, ku di bin şert û mercên dijwar de ji ber pandemiya koronayê rû daye, hat radest kirin, encama sazkirina bypass santralê bû di tebaxê de digel zêdebûna daxwaza gazê ji ber mercên hewayê yên demsalî. Ev herwiha şahidiya hewldanên bêrawestan ên karmendên me yên kargehê ye ku ji bo baştirkirina karûbar û pêbaweriya hilberînê.”
CEOyê Dana Gasê diyar kiriye ku ew çaverê dikin, bi berfirehkirina xebatên xwe yên li kargeha Khor Morê re, salane dahatên Dana Gasê di navbera 175 mîlyon û 200 mîlyon dolaran de zêde bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin