Kompaniyên Petrolê hilberîna rojane ya nefta Kurdistanê zêde dikin
PeyamaKurd - Kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê plan dikin ku heta dawiya salê bi qasî 25 hezar bermîlan hilberîna neftê zêde bikin.
Malpera Iraq Oil Reportê ragihandiye ku kompanyayên biyanî tevî zext û gefa yasayî ya ku Bexda li ser Herêma Kurdistanê disepîne jî veberhênanên zêdetir li kêlgehên neftê yên Herêma Kurdistanê dikin û tê pêşbînî kirin berhemanîn zêdetir bibe.
Kompanyaya neftê ya serbixwe ya Amerîkayê HKN Energy eşkere kiriye ku ew dê heta dawiya salê berhemanîna xwe ji 29 hezar û 700 bermîlan bigihînin 45-50 hezar bermîlan.
Kompanya Gulf Keystone ya Brîtanî ku li Kelgeha Şêxan kar dike ragihandiye, di nîvê yekem ê 2022yan de hilberîna rojane 45 hezar bermîl bû lê ew ê di nav 3-4 salên pêş de jî hilberîna xwe bigihînin 85 hezar heta 90 hezar bermîlan.
Li kêlgeha Etrûşê ya kompanyaya neftê ya TAQA ya Îmarata Erebî dixebitîne jî hilberîna neftê dê di dawiya salê de ji 2 hezaran heta 5 hezar bermîlan zêde bibe, ew jî ji ber ku bîrên nû têne kolandin û bîrên kevn têne nûjenkirin. Di nîvê yekem a îsal de berhemanîna neftê ya kêlgeha Etrûşê rojane 37 hezar û 125 bermîl bûn.
Di raporê de hatiye diyarkirin kirin ku kompanyayên neftê yên biyanî guh nedane gefên qanûnî yên Bexdayê û veberhênanên demdirêj li Herêma Kurdistanê kirine ku li gorî rapora Iraq Oil Reportê, kompanyayên neftê pêşbînî dikin heta dawiya îsal, li herêma Kurdistanê hilberîna rojane ya neftê 25 hezar bermîlan zêde bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin