Welîahd Selman: Em ê rojane hilberîna petrolê derxin 13 mîlyon varêlan
PeyamaKurd – ‘Zîrwa Cide ye Ewlehiyê û Geşepêdanê’ bi tevlîbûna lîderên 9 welatên Ereb û bi malxoyiya welîahd Prensê Erebistana Si’ûdiyê Muhammed Bin Selman destpêkir. Selman axaftina destpêka Zîrwê kir û di axaftina xwe de dubare kir ku wê rojane hiberîna petrolê derxin 13 mîlyon varêlan (bermîlan). Selman weha got:
“Em di dewrekî wisa de ne ku dinya bi gelek zahmetiyan re rû bi rû ye. Em hêvî dikin ku zîrwe ji bo berjewendiyên me yên hevpar xizmetê bike, welatên me li ser navê avakirina ewlehiyê û avakirina geşepêdanê û kûrkirina hevkariya stratejîk ya bi Amerîka re, bibe çaxeka nû ya hevkariyê.
Ji bo têkoşîna bi zahmetiyên kureyî re, divê xebatên navdewletî bên zêdekirin û Erebistana Si’ûdiyê weka berê çawa ragihandibû, wê rojane hilberîna petrolê derxe 13 mîlyon varêlan. Wê ji bilî vê miqdarê îlawe tiştek neke.”
Selman li ser mijara Îranê û têkiliyên bi Îranê re weha got:
“Em Îranê dawet dikin li pey rewayên navdewletî here, destê xwe nexe nav karên welatên din û li ser qaîdeyên Enerjiya Atomî ya Navdewletî here û bi welatên herêmê re bibe perçeyekî ji herêmê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin